Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Komisyona Hilbijartinan a Îraqê re dicive

Hevdîtina Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê Şaxewan Ebdula
Hevdîtina Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê Şaxewan Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û îro dê bi Komisyona Hilbijartinan a Îraqê re bicive û dê danûstandinan li ser amadekariyên hilbijartinên bên ên Perlemana Kurdistanê bikin.

Peyamnêrê K24ê Şivan Cebarî li Bexdayê ragehand ku îro roja Çarşemê, 8ê Mijdara 2023ê, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê dê bi Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê re bicive û dê danûstandinan li ser amadekariyên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê bikin.

Pêştir jî Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulhekîm Xesrew ji K24ê re gotibû ku çûna wê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê girêdayî pirsa hilbijartinan û amadekariyên komisyonê ye.

Êvara doh roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah gehişt Bexdayê. Îro hevdîtin û civînên wê şandê dê bi berpirsên hilbijartinên Îraqê re dest pê bikin.

Li roja 3ê Tebaxa 2023ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 25ê Şibata 2024ê wekî roja hilbijartinên Perlemana Kurdistanê diyar kir û tevaya aliyan ji bo bicihanîna rêkarên pêdivî raspartin.