Umêd Sebah: Me bi Komisyona Hilbijartinan re tekez li ser wê yekê kir ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe de bên kirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komisyona Hilbijartinan a Îraqê li Bexdayê li ser hilbijartinên bên ên Perlemana Kurdistanê civiyan. Serokê Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku tekez li ser wê yekê kiriye hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de bên kirin.

Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah di konfiranseke rojnamevanî de got: Me ji Komisyona Hilbijartinan a Îraqê re gotiye ku peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe de bên kirin û ew jî li ser wê daxwazê razî bûn.

Herwesa ragehand: Me ji wan re got ku em wekî hikûmet dê hemî dezgehên Herêma Kurdistanê bixin xizmeta Komisyona Hilbijartinan, lewma me tîmeke bilind ku ji nûnerên hemî dezgehên peywendîdar pêk hatiye bi xwe re aniye.

Umêd amaje da wê yekê jî ku her îro dê civîneke din jî bi Rêveberiya Komisyona Hilbijartinan re bikin.

Herwesa got ku wan bawerî bi rêkarên Komisyona Hilbijartinan a Îraqê heye, ji bo ku hilbijartin bi rengekî pakij û bêgirê di dema xwe de bên kirin.

Wî got ku wan pêngavên baş avêtine û dê behsa rêkarên din ên hilbijartinan bikin. Herwesa amaje da wê yekê jî ku behsa pêdivîtiyên serekî yên hilbijartinan kiriye ku her tiştekê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdivî be dabîn bike.

Umêd Sebah spasiya Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku bi erkê xwe rabûne û pesna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku hemî pêdivîtî amade kirine û berdewam bi aliyên peywendîdar re di peywendiyê de ye. Herwesa spasiya Serokwezîrê Îraqê jî kir ku wî jî hemî pêdivîtî dabîn kirine.

Umêd herwesa amaje da wê yekê jî ku tenê maye Wezareta Darayî ya Îraqê pereyê pêdivî ji bo hilbijartinan dabîn bike.

Li roja 3ê Tebaxa 2023ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 25ê Şibata 2024ê wekî roja hilbijartinên Perlemana Kurdistanê diyar kir û tevaya aliyan ji bo bicihanîna rêkarên pêdivî raspartin.