Hezar tonên hinarên Zaxo û Helebceyê ji bo welatê Fransayê tên şandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hezar tonên hinarên Zaxo û Helebceyê ji bo welatê Fransayê tên şandin. Di qonaxa yekê de 100 ton bi rêya deriyê sinorî yê Îbrahîm Xelîl re ji bo wî welatî tên şandin.

Îro roja Çarşemê, 8ê Mijdara 2023ê, Idrîs Enwer ku xwediyê yek ji kompaniyên şandina berhemên hinaran e bo derve ji K24ê re ragehand: Me wekî kertê taybet bi arîkariya Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peymanek bi Hikûmeta Fransayê re îmza kiriye ji bo şandina hezar tonên hinarên Zaxo û Helebceyê ji bo Fransayê.

Idrîs Enwer amaje da wê yekê ku wekî qonaxa yekê, îro 100 tonên hinaran dê bi rêya deriyê sinorî yê Îbrahîm Xelîl re ji bo Fransayê bên şandin û yên mayî jî dê li rojên di dû de bên şandin.

Herwesa Idrîs Enwer di nav gotinên xwe de amaje da wê yekê jî ku berî niha 40 heta 45 tonên hinaran ji bo Brîtanyayê jî hatine şandin.

Par jî nêzî du hezar tonên hinarên Herêma Kurdistanê, ku piraniya wan hinarên Helebceyê bûn, ji bo welatê Îmaratê û kendavî hatibûn şandin. Îsal jî amadekarî tên kirin ku berhemên din, wekî sêvan û hingivînî, ji bo Îmaratê û welatên din ên kendavî bên şandin.

Hinarên Herêma Kurdistanê li destpêka Îlonê digehin û heta 15ê Berçileyê berhemê wan dimîne. Brandkirin û şandina berhemên xwemalî bo derve niha parek ji pilan û bernameya Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bi merema şandina wan bo bazarên derveyî Herêma Kurdistanê û Îraqê û bilindkirina kalitiya wan.