Luîs Sako: Xirîstiyan 14 sedsal in bê pirsgirêk li Iraqê dijîn, lê rewşa niha ne lojîkî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Patriyerkê Dêra Keldanî li Iraq û cîhanê ragihand, wî di serdana xwe ya bo Vatîkanê de bi Papa re hevdîtin pêk aniye û rewşa Iraqê û tirsandina Xiristiyanan ji bo koçberkirinê û desteserkirina axa wan gotûbêj kirine.

Patriyerkê Dêra Keldanî li Iraq û cîhanê kardînal Luîs Sako ji K24ê re ragihand, Papayê Vatîkanê haya wî ji biryara komarî û rewşa Iraqê heye. herwiha got: “Papa daxwaz ji min kir ku ez berdewam bim û ew ê ku li min hatiye kirin, ne tenê zilm e, lê teror e.”

Got jî: “Hemû rayedarên Vatîkanê dizanin çi li min hatiye kirin. Ew dizanin ku tiştê hatiye kirin, ji bo tirsandina Xiristiyanan e ji bo koçber bibin, dest li ser mal û milkên wan were danîn. Ew dixwazin demografiya herêmê biguherînin.”

Sako diyar kir: “Tiştê ku li min hatiye kirin xerîb û pêştir jî nebûye. Ev 14 sedsal in, ji serdema Ebasî, Osmanî û heta komarî jî, hemûyan biryar didan û Xiristiyan jî bê pirsgirêk dijîn. Tiştiyê bûye, ne karekî lojîkî ye.”

Patriyerkê Dêra Keldanî got: “Hikûmeta Iraqê û siyasetmedarên Iraqê bi berjewendiyên xwe ve mijûl in, ne xema wan e gel di çi rewşê de ye û dewlet li kû ye. Ew ne yekgirtî ne û çend dewlet di nava Iraqê de hene.”

Derbarê Serokê Tevgera Babiliyon Rayan Kildanî de jî got got: “Rayan Kildanî ne Xirîstiyan e, ne jî Kildanî ye, ne jî nûnertiya Xiristiyanan dike. Tiştê ku ew dike, pêwendiya wê bi Xirîstiyanan tune ye.”

Kardînal Luîs Sako amaje bi tevgera Babiliyon a ser bi Heşdî Şeibî ve ye kir û diyar kir, ew destêwerdanê di karûbarên Xiristiyanan de dike û dixwazin her tiştî ji xwe re bigirin û dest deynin ser axa Xiristiyanan.

 Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd Tîrmeha borî bi biryareke komarî, biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013’an, ya taybet bi tayînkirina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako, hilweşandibû. Piştre jî Sako Bexda bicih hîşt û berê xwe da Hewlêrê.