Pispor: Pirsgirêkên di nanbera Amerîka û Tirkiyeyê de zêde bûne

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di bin siya êrîşên Îsraîlê li ser Xezzayê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana Tirkiyê kir û bi rayedarên Tirkiyê re civiya. Pispor dibêjin ev serdana Washîngtonê da diyarkirin ku kêşeyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de zêde bûne. Li gor şarezayên babetê jî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Xezze kir hincet û bi armanceke din serdana Tirkiyeyê kiriye.

Di dema ku li Xezzeyê ji ber şerê nabvera Artêşa Îsraîl û Hemasê de rewşa mirovî her ku diçe xetr dibe, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blînken di çarçoveya gera xwe ya bo Rojhilata Navîn de piştî du serdanên xwe yên bo Îsraîl û welatên ereb di gera xwe ya sêyem de serdana Tirkiyê kir û bi hev postê xwe yê Tirkiyê Hakan Fîdan re hevdîtinek pêk anî. Di civînê de rewşa Xezzeyê, bûyer û pêşhatên li navçeyê û pêwendiyên Tirkiyeyê û Amerîkayê hatin gotubêjkirin.

Her çiqas her du aliyan derbarê civînê de daxuyaniyên erênî belavkiribe jî pisporên rewşê dişopînin dibêjin kêşeyên navbera Enqere û Washîngtonê de gur dibin.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Hûseyîn Bagci ji K24ê re got: “Civîna Blînkin û Fîdan sê saetan berdewam kir. Ev yek jî dide xuyakirin ku kêşeyên di navbera Enqere û Washîngtonê de zêde dibin. Amerîka hewl dide ku bêyî Tirkiye bi naveynkariya Qetar, Îmarat, Urdun û Misrê şerê navbera Îsraîl û Hemasê de çareser bike. Lê Tirkiye jî bi biryar dibêje ezê jî li ser maseya çareseriyê hebim. Ji ber vê çendê Enqere û Washîngton tê beramberî hev.”

Herwiha şarezayên babetê jî amaje pê dikin ku Blînkin tenê ji bo Armancekê serdana Tirkiyê kir mijara Xezzayê hincet e.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Haydar ÇAKMAK dibêje: “Piştî ku serokkomarê Îranê ragihand ku ew ê serdana Tirkiyê bike, wezîrê karên derve yê Amerîkayê hate Tirkiyê. Ji ber ku Amerîka û Îsraîl ji nêzîkatiya Enqere û Tehranê eciz e. Ji bo ku armanca serdana Serokkomarê Îranê bê zanîn û pêşiya hevkariya Îran û Tirkiyê bo Fîlstînê bê girtin serdan hate kirin lê bê encam ma.”

Tirkiye ya ku di destpêka sala 2023an de bi hewleke zêde dixwast ku pêwendiyên xwe li gel ewropa welatên kendavê Îsraîl û Amerîkayê başbike ji ber şerê Îsraîlê li ser Xazzeyê eger heye ku ew hewlên Tirkiyê di avê de biçin.