Hejmarek bazirganên mezin ên madeyên hişbir hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nehîştina û Madeyên Hişbir, hejmarek bazirgan ku endamên sê torên mezin ên madeyên hişbir in, girtin.

Rêveberiya Nehîştina û Madeyên Hişbir di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hezar heb hatin desteserkirin û hejmarek bazirgan jî hatin girtin ku endamên sê torên bazirganiya madeyên hişbir in.

Li gorî daxuyaniyê, li gorî biryara dadwerê lêkolînê, rêkarên yasayî li hember tometbaran hatine girtin, lêpirsîn bi wan re hetine kirin û radestî yasayê hatin kirin.

Rêveberiya Nehîştina û Madeyên Hişbir diyar kir jî, wan operasyonek bi hemahengî bi Rêveberiya Giştî ya Madeyên Hişbir ya Iraqê re kirine û dest bi ser 160 kîlo heb de hatiye danîn.

Diyar kir jî, tîmên wan bi berdewamî serdana kafeterya û xwaringehan dikin û çavdêriyê dikin, lê heya niha ti haletekê gumanê li kafeterya û xwaringehan çênebûye.

Tekez kir jî, hemû dermanxane hatine agahdarkirin, divê derman li gorî rênima û yasayan bên firotin û nabe bêyî rêdana doktoran, ti dermanekî hişbir ji kesekî re bê dayîn.