Li Mûsilê bombeyek bi karwanê erebeyên hêzeke hevapr a Amerîkayê û Îraqê ve hat teqandin

Mûsil
Mûsil

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzî bajarê Mûsilê bombeyek bi karwanê erebeyên hêzeke hevapr a Amerîayê û Dijeterora Îraqê ve hat teqandin. Li gor zanyaran, zirar gehiştiye erebeyên wî karwanî lê çi zirarên canî nebûne.

Doh roja Pêncşemê, 9ê Mijdara 2023ê, Ajansa Reutersê parvekiriye ku li nêzî bajarê Mûsilê hêzeke hevapr a Amerîayê û Dijeterora Îraqê bi bombeyekê hat armanckirin. Ji ber wê êrîşê zirar gehiştiye erebeyên wî karwanî lê çi zirarên canî jê çê nebûne.

Herwesa berpirsekî serbazî yê Amerîkayê ew rûdan piştrast kir û amaje da wê yekê ku li derdora bendava Mûsilê ew teqîn çê bûye û tenê zirarên madî jê çê bûne.

Berpirsekî din ê Amerîkayê ku nexwast navê wî bê eşkerekirin ji Ajansa Reutersê re got ku di dema 24 seetên borî de li Îraqê û Sûriyeyê çar caran êrîşî serbazên wan hatiye kirin.

Herwesa ragehand ku sê serbazên Amerîkayî ji ber wan êrîşan bi sivikî birîndar bûne lê çareseriyên pêdivî jê re hatine kirin û vegeriyane ser erkên xwe.

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) jî ragehand ku ji 17ê Cotmehê heta niha 46 caran li Îraqê û Sûriyeyê êrîşî hêzên wan hatiye kirin.

Ew yek jî eşkere kir ku 56 serbazên wan di wan êrîşan de bi sivikî birîndar bûne. Amaje da wê yekê jî ku ew ji bo bicihanîna zêdetir rêkaran ji bo parastina hêzên xwe li Îraqê û Sûriyeyê dudil nabin.