Serokwezîrê Belçîkayê daxwaza sizadana berpirsên tundrê yên Israîlê dike

Serokwezîrê Belçîkayê, Alexander De Croo
Serokwezîrê Belçîkayê, Alexander De Croo

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Belçîkayê daxwazê ji welatên Ewropayê dike rêyê nedin Israîliyên tundrê ku serdana welatên wan bikin ji ber ku bangeşeya tundûtîjiyê li dijî Filistîniyan dikin.

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo li perlemana welatê xwe daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku rêyê nedin serdana wan Israîliyên tundrê yên ku dest di tûndûtîjiyên li dijî welatiyên Filistînê de heye û bangeşeya tundûtîjiyê dikin.

Serokwezîrê Belçîkayê di pareke din a gotinên xwe de got: Bikarneanîna rêkaran li dijî kesên wesa tundrê çi behane nînin û qebûlkirî jî nîne.

De Croo herwesa pêdivî dibîne ku welatên Yekîriya Ewropayê gerentiyê bidin ku rêyê nedin serdana wan Israîliyên tawanên metirsîdar li kinarê rojavaya Filistînê dikin.

Serokwezîrê Belçîkayê behsa egerê sepandina sizayî li ser wan kesan kiriye û ragehandiye ku ew wezîrê dixwaze çekê etomî li dijî gelekî bi kar bîne, ku nikare tiştekî bike û di rewşeke giran de ye, divê bê sizadan.

Biryar e Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê Duşema bê li ser şerê Israîl û Bizava Hemasê danûstandinan bikin.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, artêşa Israîl wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.

Li gor dawî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê, heta niha hejmara kuştiyên wan ji ber êrîşên artêşa Israîlê bo ser Xezzeyê gehiştiye 10 hezar û 812 kesan.