Kurdistan24 belgeyên erebkirina Kerkûkê ji aliyê parêzgarê ferzkirî ve belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Kerkûkê yê ferzkirî Rakan Cibûrî belgenameyên hejmarek malbatên Erebên bajarên din veguhastine Kerkûkê. PDK û piraniya aliyên siyasî yên Kurdî jî dixwazin nexşeya îdarî ya Kerkûkê biguherin û dawî li erebkirina wî bîne.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, taxek li Kerkûkê hatiye avakirin û Erebên ji bajarê Tekrîtê, Diyala û bajarên din ên Iraqê lê hatine bicihkirin û belgenameya wan a wergirtina xwarinê jî, ji bo Kerkûkê hatine veguhastin.

Welatiyekî Ereb ê wê taxê ji K24ê re got: “Ez ji Enbarê hatim û min hemû belgeyên xwe veguhestine Kerkûkê. Niha nasnameya min a medenî li ser navê Kerkûkê ye û dê hemû alîkarî ji min re bên kirin.”

Her çend e amarên rast li ser erebkirina ku ji piştî 16ê Cotmehê ve hatiye kirin tune ne jî, lê bi hezaran kes li Kerkûkê hatine bicihkirin û belgeyên wan ên xwarinê hatine veguhastin û belge jî li cem Kurdistan24ê hene.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryar dayê ku beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibe û dixwaze nexşeya îdarî ya bajêr biguhêre û dawiyê li proseya erebkirinê bîne.

Serokê Lîsteya PDKê bo Hilbijartinên Encûmenên Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ji K24ê re got, Kerkûk a xelkê wê yê resen û hemû neteweyan e. Lê nabe mêvanên nevexwandî bibin xwediyê vî bajarî û xwediyên wî yên resen jî tê de biyanî bin.”

Berpirsê Baregeha Kerkûkê ya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Hardî Husên ji K24 re ragihand, “Armanca me ew e ku em hemû mafên Kurdan ên li Kerkûkê hatine dagirkirin, vegerînin û parêzgarekî Kurd destnîşan bikin.”

Di heyama şeş salên îdareya ferzkirî de, bi hezaran xaniyî ji bo Ereban li başûrê Kerkûkê hatine avakirin, bi vê yekê re jî qada erebkirina bajêr berfirehtir bûye.

Tiştê ku îdareya ferzkirî ji piştî 16ê Cotmeha 2017an ve li Kerkûkê kiriye, dibe ku Partiya Beis di salên dirêj ên desthilatdariya xwe nekarîbe bike. Ji ber vê yekê hemû hêvî li ser encamên vê hilbijartinê bi dilê kurd be, ji bo nexşeya îdarî ya Kerkûkê biguherînin.

Biryar e roja 18ê Berçileya 2023an hilbijartinên Ecûmenên Parêzgehên Îraqê bên kirin. Ji 2005an ve jî, ev gera yekê dê hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bê kirin, ku tevaya lîst û aliyên cuda yên Kerkûkê dê li ser bidestxistina 15 kursiyên wê encûmenê hevrikiyê bikin.