Berpirsekî Ewlehiyê: 192 malbatên çekdarên DAIŞê ji kempa Holê vedigerin Îraqê

Kempa Holê
Kempa Holê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsekî Ewlehiyê yê Îraqê ragehand ku îro roja Yekşemê, 12ê Mijdara 2023ê, 192 malbatên Îraqî ku ji 776 kesan pêk hatine ji kempa Holê ya Sûriyeyê vedigerin Îraqê. Ew malbat jî kesûkarên çekdarên DAIŞê ne.

Roja Şemiyê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehand: Ew pasên ku malbat ji kempa Holê rakirine ber bi axa Îraqê ve keftine rê. Herwesa piştî gehiştina wan ji bo kempa Cedayê li Mûsilê, divê çend heftiyan an jî çend mehan li wê kempê bimînin, paşî rê bi wan bê dan ku vebigerin deverên xwe.

Kempa Holê ji aliyê hêzên Sûriyeya demokrat ve tê birêvebirin. Nêzî 50 hezar Sûriyeyî û Îraqî û zêdetirî 10 hezar kesên biyanî ku xelkê nêzî şêst welatên cuda cuda ne li kempa Holê hene. Ev hemî jî kesûkarên endamên Rêkxistina DAIŞê ne.

Berpirsekî Ewlehiyê yê Îraqê ku amade nebû navê wî bê eşkerekirin vegeriyana bi sedan kesan ji kempa Holê piştrast kir. Herwesa wî ron kir ku Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ji bo vegerandina wan malbatên Îraqî hevahengî bi Îdareya Xweser re kiriye.

Vegeriyana kesûkarên endamên DAIŞê berdewam e û duberekî li nav xwecihên Îraqê çê kiriye ji ber ku çekdarên DAIŞê şerekî sêsalî kiribû, ji 2014ê heta 2017ê, û nêzî sêka rûberê Îraqê girtibû.

Ji bo kêmkirina wan girjiyên ku ji bo wan malbatan di dema vegeriyana wan de çê dibin, li destpêkê endamên wan dê li kempa Cedayê bên binecihkirin, ku dê li wê derê rêkar û pişkinînên ewlehiyê û qonaxeke çaksaziya derûnî ji wan re bê kirin.

Zêdebarî astengan, Îraq yek ji wan welatên kêm e yên ku berdewam welatiyên xwe ji kempa Holê vedigerîne.

Li gor ajansa nûçeyên Îraqî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî li serê Mijdara îsal ragehand ku hezar û 567 malbat ji kempa Holê bo kempa Cedayê hatine veguhastin. Amaje da wê yekê jî ku 900 malbatên Îraqî piştî vegeriyanê çûne deverên xwe.

Wî eşkere jî kir ku du hezar û 945 Îraqî vegeriyane ku bi tometa terorê hatine tometbarkirin û piraniya wan li dû qanûnên Îraqî hatine berdadkirin.