Bayram Bozyel: Divê Kurd hilbijartinên bê wekî derfetekê bibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê Bayram Bozyel ji Kurdistan24ê re got ku CHPyê cara din bi dengên Kurdan qezenc kir lê çi xizmeteke taybet ji Kurdan re nekir, lewma jî dê vê carê wekî cara din nebe. Her wesa wî got ku divê Kurd siyaseteke hevpar peyda bikin li hev bikin. Herwesa got: Divê Kurd eşkere lihevkirinê bikin, yanî bê qeyd û şert piştevaniya çi aliyekî nekin.

Îro roja Yekşemê, 12ê Mijdara 2023ê, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta  Kurdistanê Bayram Bozyel li ser mijara hilbijartinên bê yên şaredariyên Tirkiyeyê ku dê li 31ê Adara 2024ê bên kirin bû mêvanê Kurdistan24ê û bersiva çend pirsyarên Cemal Batun da.

Bozyel di bersiva pirsyarekê de got ku ew destkeftên CHPyê li sala 2019ê li metropolan wergirtin bi saya dengên Kurdan bûn. Eger dengên Kurdan neban, CHPyê nedikarî wan bajaran bigire.

Wî amaje da sedemên wê yekê jî û got: Li van salên dawiyê hikûmeta AKPyê gelek zulm û zorî li Kurdan kirin, qeyom hatin avêtin û destkeftên Kurdan bûn armancên êrîşên dewletê, lewma Kurdan li metropolan piştevaniya berbijarên CHPyê kir.

Amaje da wê yekê jî ku di van hilbijartinan de ew gerentî nîne ji ber ku ew şaredarên li wan metropolan hatibûn hilbijartin ji bo Kurdan çi xizmetên taybet nekirin ku bibe bersiva dengdana Kurdan.

Bozyel got: Sedemeke din jî ew e ku hilbijartinên bên nabin sedema guhertina desthilatê jî û ev jî xaleke giring e.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta  Kurdistanê tekez kir ku divê Kurd bi rengekî giştî di derheqa hilbijartinên herêmî de siyaseteke hevpar peyda bikin li hev bikin, li destpêkê jî ji bo bajarên Kurdistanê ku niha di destên qeyoman de ne.

Bozyel amaje da wê yekê jî ku eger Kurd hêza xwe bikin yek, dikarin careke din van deran bi hev re bistînin.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta  Kurdistanê di pareke din a bersivên xwe de got: Divê Kurd hilbijartinên 31ê Adara 2024ê wekî derfetekê bi kar bînin ku di bajarên xwe de xwe îdare bikin, heker nekarin li sernaserî Tirkiyeyê bibin hevparên desthilatê jî.

Wî tekez kir ku bi hilbijartinên şaredariyan desthilat nayê guhertin lê derfeke gelek baş heye ji bo bikaranîn, bicihanîn û fermîkirina zimanê Kurdî wekî zimanê xizmetê di şaredariyan de.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta  Kurdistanê dîsa got: Divê Kurd eşkere lihevkirinê bikin, yanî bê qeyd û şert piştevaniya çi aliyekî nekin. Cara din Kurdan bê qeyd û şert piştevaniya CHPyê kir lê çi feyde nebû.