LIyod Austin: Hêzên me êrîşên asmanî kirin ser artêşa Pasdaran û komên çekdar li Sûriyeyê

Lloyd Austin
Lloyd Austin

Navenda Nûçeyan (K24) – Weîzrê Bergiriyê yê Amerîkayê ragehand ku hêzên wan êrîşên asmanî kirine ser artêşa Pasdaran û komên hevpeymaniya Îranê. Ev jî bersivek bû ji bo êrîşên wan li ser serbazên Amerîkayî li Îraqê û Sûriyeyê.

Li gor Ajansa Reutersê, Weîzrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod Austin ragehandiye, “hêzên me bi du êrîşan dezgeheke meşq û rahênanan û xaniyekî silametiyê li nêzî bajarên Elbukemal û Elmeyadînê kirine armanc”.

Ajansa Fox Newsê ya Amerîkayî li ser zarê Weîzrê Bergiriyê yê Amerîkayê parve kiriye ku şeş heta heft çekdaran di wan êrîşan de hatine kuştin.

Austin herwesa got: Joe Biden çi serpişkiyeke ji silametiya serbazên Amerîkayî giringtir nîne, wî fermana destpêkirina wê êrîşê derxistiye ji bo ku ron bibe Amerîka bergiriyê ji xwe û serbaz û berjewendên xwe dike.

Pêştir jî li roja Yekşemê berpirsekî Amerîkayî ragehand ku Amerîkayê du êrîşên asmanî li Sûriyeyê kirine ser komên hevpeymaniya Îranê.

Wî berpirsî amaje daye wê yekê jî ku yek ji armancên wan herdu êrîşên Amerîkayê dezgeha fermande û kontirolê bûye, a din jî cihê hilgirtina çekî bûye.

Ji 17ê Cotmehê heta niha bi kêmî ve 46 caran êrîşî hêzên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin, herwesa bi kêmî ve 56 serbaz ji verêja wan êrîşan birîndar bûne.