PWK: Şewata Sînemaya Amûdê birîneke kûr di dilê her Kurdekî de hiştiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi helkefta salvegera karesata Sînemaya Amûdê peyamek parve kir û tê de ragehan, “Em şehîdên şewata Sînemaya Amûdê ji bîr nakin”.

Herwesa di peyama Buroya Ragehandinê ya PWKyê de hatiye, “Di vê bûyerê de rola qehremanê kurd Mihemedê Seîd Axayê Deqorî pir giring e ku wî gelek zarok ji vê şewatê xelas kirine”.

 

Peyama Buroya Ragehandinê ya PWKyê:

 

Em şehîdên şewata Sînemaya Amûdê jibîr nakin

Di roja 13.11.1960an de ji bo alîkarîya Şoreşa Cezayirê, li Rojavayê Kurdistanê rêveberên bajarê Amûdê yê rejîma Beasê li gor biryara Dewleta Sûrîyê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî mecbûr dikin da ku biçin sînemayê li fîlmê ”Cerîmet Nisif el Leyl” (Cerîmeya Nîvê Şevê) temaşe bikin. Salona ku ji bo 200 kesî ye nêzîkî 500 zarokên kurdan tê de bi cih dikin. Piştî ku hemû zarok dikevin hundurê sînemayê, eskerên Sûrîyê derî digrin û agir bi sînemayê dikeve. Dema ku zarok şewateyê dibînin yekser berê xwe didin derîyê derketinê. Lê mixabin derî ji derve de hatine girtin û dengê zarokan û pêtên agirê sînemayê bi ax û fîgan berbi asîmanê ve dihere.

Di vê karesatê de ku bi navê ”Agirê Sînema Amûdê” tê zanîn, 283 zarokên kurdan dişewitin. Di vê bûyerê de rola qehremanê kurd Mihemedê Seîd Axayê Deqorî pir giring e ku wî gelek zarok ji vê şewatê xelas kirine.

Em di 63yemîn salvegera vê bûyera ku li Amûdê di dilê her kurdekî de birîneke kûr hêlaye, van şehîdên temenbiçûk bi bîr tînin.

13.11.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)