Pêşangeheke şêwekarî ji bo xwendekarên Peyamngeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî deh salan ji rawestiyana Festîvala Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê, îsal careke din ew festîval bi çend parên hunerî hat kirin.

Di çalakiya yekê ya wê festîvalê de jî, pêşangeheke şêwekarî bi hejmareke tabloyên rengîn û karên sîramîkî û peykertaşiyê li hola rewşenbîrî ya Cîhanê hat kirin.

Tabloyên wê pêşangehê xweşiktiya jinên Kurd û wêrekiya wan a bi mêran re di zibareyan de berçav dikirin. Herwesa xwendekaran peykerên çend kesatiyên mezin di warê rewşenbîrî û edebî de berçav kirin, yê herî berçav jî peykerê Pîremêrdê şair bû ku roleke berçav di bizava hunerî û rewşenbîrî ya Kurdî de dîtiye.

Serokê Pişka Şêwekarî ya wê peymangehê Rêbaz Mihemed ji K24ê re got: Me di pêşangeha xwe de bizav kiriye awayê xweşik ê wan xwendekarên behredar berçav bikin, ku ev çend sal in di hunerê şêwekarî û sîramîk û peykertaşiyê de evîndarên dahênanê ne. Îro derfeteke baş bû, xwendekar şiyan behreyên xwe nîşa amadebûyên pêşangehê bidin.