Skala li ser Joe Biden hat tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxistina Mafên Mirovan li Amerîkayê skalayê li ser Serokkomarê Amerîkayê Joe Biden tomar dike û wî tometbar dike ku nekariye li Xezzeyê rêyê li komkujiyan bigire.

Skalaya navenda mafên destûrî CCR behsa wê yekê dike ku Israîl komkujiyan dike, jêrxaneya aborî dike armanc û xelkî bi zorî derdixe û ev jî wekhevî jenosîdê ye.

Wê rêkxistinê di ragehandinekê de, li 13ê Mijdara 2023ê, amaje da wê yekê ku ji 7ê Cotmeha 2023ê ve Hikûmeta Israîlê zêdetirî 11 hezar welatiyên sivîl li Xezzeyê kuştine, ku di nav wan de çar hezar û 400 zarok hene, û zêdetirî 28 hezar birîndaran. Ev jî amajeyek e ji bo bikaranîna fisforê spî ku bikaranîna wî qedexe ye.

Navenda Mafên Destûrî herwesa ragehandiye: Serokê Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê nekarîne rêyê li wê komkujiyê bigirin a ku ji aliyê Israîlê ve tê kirin.

Herwesa gotiye: Me skala li ser Serokkomarê Tirkiyeyê Joe Biden tomar kiriye.

Wê rêkxistinê amaje da wê yekê jî ku Amerîkayê di lihevkirina navdewletî ya dijî jenosîdan de li sala 1948ê daxwaz ji welatên din kiriye ku desthilat û bandorên xwe ji bo rawestandina komkujiyan bi kar bînin.

Eşkere jî kir, “wekî nêzîktirîn hevpeyman û bihêztirîn alîgira Israîlê, herwesa wekî mezintirîn dabînkera arîkariyên serbazî bi cudahiyeke mezin û zêdebarî ku Israîl mezintirîn wergira arîkariyên derve yên Amerîkayê ye piştî şerê cîhanî yê duyê, Amerîkayê gelek rê hene ku bandor li ser Israîlê hebe”.