Dadgeha Federal Mihemed Helbûsî ji postê Serokê Parlamentoyê dûr xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a Iraqê ragihand, Dadgeha Bilind a Iraqê îro Sêşemê endamtiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî hilweşand.

Biryara Dadgeha Federal ya bidawîkirina endamtiya Mihemed Helbûsî îro 14ê Mijdara 2023an hat derkirin, ew jî piştî giliyê ku ji aliyê endamê Parlamentoya Iraqê Leyth El-Dilêmî ve li dijî wî hatibû vekirin.

Li gorî medyaya Iraqî, Mihemed Helbûsî bi tohmeta gendelî û sextekariyê ji kar hatiye dûrxistin. Heta niha Mihemed Helbûsî û aliyên pêwendîdar derbarê wê biryarê de ti daxuyaniyeke fermî nedane.

Mihemed Helbûsî ji sala 2018ê ve Serokê Parlamentoya Iraqê ye; Ew di heman demê de serokê Partiya Teqedum e. Pêştir jî, di 29ê Tebaxa 2017an de, bûbû parêzgarê Enbarê.