Li Diyarbekirê Pêşangeha Xwarinê hat vekirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê pêşangeha xwarinê dest pê kir û îsal di pêşangehê de xwarin û tamên nû hatin pêşandan. Amadekarên pêşangehê di wê baweriyê de ne ku dê îsal hijmareke zêde welatî berê xwe bidin pêşangehê.

Li Diyarbekirê Pêşangeha Pisporiya Xwarinê û Tamên Herêmî ya 5. a Mezopotamyayê dest pê kir. Di pêşangehê de ji 7 herêm û 57 bajaran 168 kompanî beşdar in. Kompaniyên xwarinê bi berhemên xwe yên rengîn di pêşangehê de cih girtin û çaverê ne ku welatî serdana pêşangehê bikin. Amadekarên pêşangehê jî didin zanîn ku pêşangeha xwarinê di yek ji navendên girîng ên mezopotamyayê de tê li darxistin ku ev yek dê sudeke mezin bide aborî û geştiyariya Diyarbekir.

Gerînendeyê Navenda Pêşangeha Mezopotamyayê Welat Ektîrîcî ji K24ê re got: “Pêşangehên di cîhanê de deng vedane pêşangehên 50-70 salî ne, pêşangeha me her çiqas 5 salî be jî pêşangehek navdar e û pêşangeheke serkeftî ye. Ev yek dibe wesîle ku danasîna Diyarbekirê jî be.”

Di pêşangehê de îsal xwarin û tamên nû jî hene ku aşpêjeke Diyarbekirî di pêaşngeha îsal de xwarina ecînê bi tameke cawaz pêşkêşî welatiyan kir. Aşpêjê ku li ser tamên nû lêkolînan dike çeqolat xistiya nava ecînê de ku ecîn hem şirîn e, hem tirş e û hem jî tuj e.

Aşpêj Bîlal Yakup dibêje: “Heta niha xwarina cegerê li Diyarbekirê navdar bû, niha êdî ecîna bi çeqolat jî xwarinek din a navdar a Diyarbekirê dê belav bibe. Çeqolata ecînê de tê bikaranîn ji Swîsreyê tê.”

Sala borî 257 hezar welatiyan serdana vê pêşangehê kiribûn ku îsal tê pêşbînîkirin ev reqem zêdetir bibe. Ji ber ku nav pêşangehên îsal hatîn li darxistin de ya herî mezin ev pêşangeh e.