Wezîrên partiya Halbûsî ji kabîneya Sûdanî vedikişin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Teqedum a bi serokatiya Mihemed Helbûsî piştî biryara Dadgeha Federalî, biryar da ku wezîrên xwe ji hikûmetê vekişîne.

Partiya Teqedum di daxuyaniyekê de ragihand, piştî biryara Dadgeha Federalî ya bidawîkirina endamtiya Mihemed Helbûsî di Parlamentoya Iraqê de, serkirdatiya wê partiyê û nûnerên wê civiyan û çend biryar dan.

Partiya Teqedum biryar da, civînên Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê boykot bike û hemû nûnerên wê yên di kabîneya hikûmetê de ne vekişîne.

Herwiha hemû nûnerên wê partiyê dê rûniştina parlamentoya Iraqê baykot bikin û hemû nûnerên partiyê jî dê dest ji serokatî û endamtiya komîteyên parlamentoyê berdin.

Biryara Dadgeha Federal ya bidawîkirina endamtiya Mihemed Helbûsî îro 14ê Mijdara 2023an hat derkirin, ew jî piştî giliyê ku ji aliyê endamê Parlamentoya Iraqê Leyth El-Dilêmî ve li dijî wî hatibû vekirin.

Helbûsî di yekem karvedan de, matmayîna xwe ji biryara Dadgeha Federalî nîşan da û got, hinek alî hewl didin pêkhateyên civakî yên Iraqê ji hev cuda bikin.

Herwiha Helbûsî tekez kir ku ew ê hemû tedbîrên destûrî û yasayî ji bo parastina mafên xwe yên destûrî werbigire û biryara Dadgeha Federalî wek rêznegirtina li destûrê binav kir.

Hevpeymaniya Siyada ya bi serokatiya Xemîs Xencer, hevpeymaniya her du partiyên Teqedum û Siyada ye û 63 kursiyên wê li parlamentoya Iraqê hene, herwiha Helbûsî ji aliyê wê hevpeymaniya Sunneyan ve jî weke Serokê parlamentoyê hatiye destnîşankirin.