Perlemana Îraqê piştî dûrxistina Helbûsî dicive

Civîna Perlemana Îraqê
Civîna Perlemana Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Ragehandinê ya Perlemana Îraqê bernameya rûniştina roja Çarşemê ya perlemana Îraqê parve kiriye. Ev jî piştî wê yekê tê ku Dadgeha Federal biryara bidawîanîna endametiya Helbûsî li perlemanê derxist.

Roja Sêşemê, 14ê Mijdara 2023ê, Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî bi biryara Dadgeha Federal ji postê wî hat dûrxistin. Piştî dûrxistina wî jî, biryar e Perlemana Îraqê li ser civînên xwe berdewam be û Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê Muhsin Mendelawî dê serperiştiya rûniştinên perlemanê bike.

Perlemana Îraqê li dû bernameya xwe ji bo rûniştina roja Çarşemê diyar kiriye ku dê dengî li ser pirojeqanûna edilandina qanûna mana biyaniyan a hejmar 76 a sala 2017ê bidin ku ji aliyê lijneya qanûnî û ewlehî û bergiriyê ve hatiye amadekirin, zêdebarî dengdanê ji bo Serokê Daxwazkerê Giştî û Serperiştyarê Dadwerî.

Her di wê civînê de, deng dê li ser pirojeqanûneke tendirustiyê û peywendiyên derve û pirojeqanûneke lijneya qanûnî li ser edilandina qanûna hilbijartinan a hejmar 31 a sala 2019ê jî bê dan.