Her sal zêdetirî sê hezar tonên goştê masiyan li Herêma Kurdistanê tên berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê, berhemê salane yê goştê masiyan zêdetirî sê hezar tonan e û niha mezintirîn pirojeyê masiyan li Dihokê ye.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye, li Herêma Kurdistanê 412 pirojeyên destûrdayî hene ku goştê masiyan berhem tînin.

Amaje daye wê yekê jî ku wî pirojeyî zêdetirî sê hezar derfetên karî ji bo welatiyan peyda kirine û sermayeya wan pirojeyan zêdetirî 30 milyar dînaran e.

Berhemê masiyan li Herêma Kurdistanê her sal zêdetirî sê hezar û 500 tonên masiyan e. Herêma Kurdistanê pêdiv nêzî 80 hezar tonên masiyan e heta bigehe astê xwejiyandinê.

Kabîneya nehê lêborîna gomirkî ji bo pirojeyên berhemê masiyan derxistiye, herwesa karebaya wan jî bi bihayê karebaya çandinê ne ku ya bazirganî tê hesibandin, ji bo ku xerciyên berhemanînê li ser wan kêm bibin û berhem zêde bibe.

Berdewamiya samanê masiyan û tevrengkirina çavkaniyên dahatan bernameya kabîneya nehê ye û bizav ji bo gehandina astê xwejiyandinê di samanên cuda cuda yên giyaneweran de berdewam e. ji bo wê meremê jî, divê berhemanîna samanê masiyan bigehe astekî bilindtir.