Civata Wezîran danûstandinan li ser hinardekirina petrola Kurdistanê dike

Civîneke Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê / Wêne: Erşîf
Civîneke Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê / Wêne: Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî dike û tewerê serekî yê wê civînê jî hinardekirina petrola Kurdistanê ye.

Îro roja Çarşemê, 14ê Mijdara 2023ê, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Civata Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Civata Wezîran Qubad Talebanî dicive.

Li gor ragehandineke Fermangeha Medya û Zanyaran, di para yekê ya wê civînê de danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser pirsa destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tên berçavkirin.

Amaje daye wê yekê jî ku para duyê ya wê civînê girêdayî dahata dahata vegeriyayî ya navxwe ya hindek wezaretan û sîstema jimêryariyê ya peyrewkirî ji bo fermangehan ne.