Erdogan peyameke tund arasteyî Netanyahu dike

Receb Teyîb Erdogan
Receb Teyîb Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan di derheqa şerê Xezzeyê de peyameke tund arasteyî Serokweîzrê Israîlê Netanyahu dike û dibêje: Tu xwediyê çi jî bî, dê her biçî.

Erdogan di civîna xwe ya li gel Parta Dad û Geşepêdanê de li Perlemana Tirkiyeyê got: Israîl sitratejiya nehêlana tevaya bajarekî bi kar tîne, ez bi dilekî tena û bi eşkereyî dibêjim ku Israîl dewleteke terorê ye.

Herwesa got: Em wekî Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo rawestandina kiryarên hovane yên Israîlê li Xezzeyê dê hemî bizavan bikin.

Berçav jî kir: Di demekê de ku em di pilanên duqulî de hemî rengên piştevaniyên diyar û nediyar pêşkêşî Filistînê dikin, di meydana navdewletî de jî em dê li ser vederkirina Israîlê berdewam bin.

Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa got: Em qet xwe ji gotina rastiyê nadin paş ku endamên Hemasê bergirîker in û bizavê ji bo parastina netewe û canê xwe dikin.

Behsa wê yekê jî kir ku “Eger Israîl bi vî rengî li ser komkujiyên xwe berdewam be, dê li hemî cihên cîhanê navê xwe tomar bike ku dewleteke teroristî ya nefretlêkirî ye”.