PDK: Dûrxistina Serokê Parlamentoya Iraqê aloziyan kûrtir dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de ragihand, “biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya Iraqê derbarê dûrxistina Serokê Parlamentoya Iraqê de, dê aloziyan kûrtir bike.”

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro 16ê Mijdarê daxuyaniyek derbarê rewşa niha ya Iraq û herêmê û biryara Dadgeha Federalî ya hilweşandina endametiya Serokê Parlametoyê Mihemed Helbûsî de belav kir.

Mehmûd Mihemed dibêje: “Rewşa Îraq û herêmê bi awayekî aloz bûye ku tê pêşbîniya helweşeke mezin tê kirin, di vê rewşê de berpirsyarî mezin li ser milê hemû hêz û aliyên Îraqî bi giştî û aliyên pêkhênerên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bi taybetî ye ku rewşê ji nêzîk ve binirxînin, bi taybetî jî bûyera biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya Iraqê ya li ser dûrxistina Serokê Parlamentoyê ku aloziyan zêdetir û kûrtir dike.”

Berdevkê PDKê di wê baweriyê de ye, dûrxistina Helbûsî di demekê de ye ku “tê çaverêkirin nakokî û pirsgirêkên heyî bên çareserkirin, ne ku zêdetir pirsgirêk bên berhevkirin, bi awayekî ku aştiya civakî û aramiyê bixe metirsiyê.”

Herwiha Berdevkê PDKê got: “Partiya me bi nîgeranî li pêşhatên siyasî yên dawî dinêre, ji ber wê jî em pêwîst dibînin ku rewşa Iraqê di warê siyasî, ewlekarî, aborî û egerên çaverênekirî yên navçeyê de, li ber çavan bê girtin û bi berpirsyarane gav ji bo rêkxistina rewşê di çarçoveya destûra herdemî de, cîbicîkirina made, xal û pirensîpên Peymana Hevpeymaniya Birêveberiya Dewletê û bernameya Hikûmeta Federal, bi taybetî jî bendên girêdayî Encûmena Federal û Dadgeha Federalî, bêne avêtin.

Herwiha Mehmûd Mihemed got: “Divê em vegerin ser prensîpên avakirina Iraqeke nû (hevparî, lihevkirin, hevsengî) û serweriya destûrê bê çespandin, ku tenê garantiya pêkvejiyanê, aramî û yekrêziya Iraqê ye.”