Luîs Sako: Biryarên Dadgeha Federalî hatine siyasetkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kardînal Luîs Sako dibêje, biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê siyasî bûne û ew jî li ser daxwaza mafên xwe bêdeng namîne.

Biryara Serokkomariyê û biryara Dadgeha Federalî

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bi biryara komarî (31) di 3ê Tîrmeha 2023an de, biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013’an, ya taybet bi tayînkirina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luis Sako hilweşand.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê îro 16ê Mijdarê giliya Kardînal Luîs Sako ya li dijî derxistina biryarnameya jimare 31 ya Serokomariya Iraqê red kir û got, rêkarên derkirina wê biryarê destûrî ne.

“Dadgeh navnîşana dadperweriyê bû, lê îro tê siyasetkirin”

Patriyerkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako derbarê biryara Dadgeha Federalî dilgiraniya xwe anî ziman û daxuyaniyekê de ragihand, “Dadgeh navnîşana dadperweriyê bû, lê îro tê siyasetkirin.”

Kardînal Luîs Sako dibêje, eger derxistina Biryarnameya Serokomariyê ya jimare (31) destûrî û qanûnî ye, çima biryarnameya jimare (147) tenê ji wî re hate derxistin, ne ji peyayên olî yên din ên pile nizmtir? Ma ev ne siyasetkirin e?”

Herwiha got: “Dana biryarnameyan bi peyayên ola Xiristiyanî bûye kevneşopiyeke 1400 salî û di ser biryara patriyerk re 10 sal derbas bûye. Gelo niha tê çi wateyê ku Serokomar biryara hilweşandina vê kevneşopiya berê dide?”

Luîs Sako vekişandina biryarnameya jimare 147 bi “nerewa û bêbihane” binav kir û destnîşan kir ku ew ê di daxwaza mafên xwe de bêdeng nemîne.

Dêra Kildaniyan yek ji mezintirîn dêrên Iraqê tê zanîn. Li gorî amarên Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî, hejmara Xiristiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetirî 400 hezar kesan e. Di van salên dawî de beşek ji Xirîstiyanên li Iraq û Deşta Neynewayê ji ber nearamiya rewşa ewlehiyê, ji welatê xwe derketine û çûna derveyî welat.