Serokê nû yê ENKSê: Em ê çalakiyên xwe yên di warê siyasî û meydanî de aktîv bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê nû yê Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Nimet Dawûd radigihîne, ewê hewl bidin çalakiyên ENKSê di xizmeta gelê Rojavayê Kurdistanê de bêhtir aktîv bikin.

ENKSê di civîna xwe ya dawî ya roja 13ê Mijdarê de, Nimet Dawûd wek serokê nû yê ENKSê destnîşan kiribû, herwiha sê endamên din jî li Desteya Serokatiya ENKSê zêde kiribû.

Di vê derbarê de, Nimet Dawûd ji K24ê re got: “ENKS wek çarçoveyeke siyasî li hemû civîn û danûstandinên siyasî yên navdewletî amade dibûn, lê proseya siyasî ji du salan ve hatiye rawestandin, vê yekê jî bandor li karê ENKSê kiriye. Di qonaxa bê de, em ê hewl bidin di warê siyasî û pêwendiyên dîplomasî de çalakiyên nû bikin.”

Nimet Dawûd got jî: “Di warekî din jî, em bêhtir nêzîkî miletê xwe bin û pêwendiyan bi saziyên civakî re zêde bikin. Anku em ê hewl bidin ku çalakiyên ENKS di warê siyasî û meydanî de û di xizmeta doza miletê me de, aktîv bikin.”