Yek ji parêzerên doza Qadir Qadirî li Hewlêrê hat birîndarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê teqe li endamekî Hizba Demokrat a Kurdistanê tê kirin. Berdevkê Asayîşa Hewlêrê ragehand ku ew li ser wê rûdanê mijûlî lêkolînê ne.

Êvara îro roja Pêncşemê, 16ê Mijdara 2023ê, endamê Hizba Demoikrat a Kurdistanê Suhrab Rehmetî ku yek ji parêzerên doza Qadir Qadirî ye li bajarê Hewlêrê li ber derê mala xwe hatiye birîndarkirin.

Li gor zanyarên peyamnêrê K24ê, rewşa tendirustiya Suhrab Rehmetî xirab e û li jêr çavdêriya pizişkî ya giran de ye.

Berdevkê Asayîşa Hewlêrê Muqedem Erdelan di derheqa vê rûdanê de ji K24ê re ragehand, “Ev xeber rast e û em niha mijûlî lêkolînê ne”.