Camûs: Asayîkirina pêwendiyan bi rêjîmê re belavbûna Kaptagonê li welatên cîran zêde kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Danûstandinan a Sûriyê radigihîne, proseyên asayîkirina pêwendiyan bi rejîma Sûriyê re, ji bilî belavbûna zêdetir a Kaptagonê li welatên cîran, ti sûdek tê de nebû.

Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê duhî 17ê Mijdarê civîna xwe ya asayî li Cenêvê lidar xist û gotûbêj derbarê pêşhat û geşedanên proseya siyasî ya Sûriyê de kirin.

Nûnerên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Hollanda, Swîsre, Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Îtalya, Danîmark, Misir, Erebistana Siûdî, Qeter û Urdinê jî beşdarî civînê bûn.

Serokê Desteya Danûstandinan Bedir Cemûs di civînê de got, proseyên asayîkirina pêwendiyan bi rejîma Sûriyê re, ji bilî belavbûna zêdetir a Captagonê li welatên cîran, ti sûdek tê de nebû.

Cemûs tekezî li ser pêwîstiya karê bo pêşdebirina proseya siyasî kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi cidî destêwerdanê ji bo rawestandina trajediya gelê Sûriyeyê bike.

Herwiha daxwaz ji nûnerên navdewletî kir ku fişarê li rêjîma Sûriyeyê û hevalbendên wê bike, ji bo cîbicîkirina biryara 2254 û aliyê rêjîmê li ser maseya gotûbêjan rûne.

Piştî 12 salan, Sûriye roja 7ê Gulana 2023an ji bo Komkara Erebî hatibû vegerandin. Li gorî çavdêran jî, heta niha encamên vê proseyê ne diyar in, çi li ser asta rewşa navxweyî, çi li ser asta pêwendiyên Sûriyeyê yên navdewletî û heta li ser asta pêkanîna pêşketinekê di çarçoveya dosyayên ku ji aliyê destpêşxeriya Erebî ve hatine pêşkêşkirin, wek: Qaçaxçîtiya Kaptagonê û çêkirina wê, vegerandina penaberan û gihîştina bi lihevkirinekê yan çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 ya Neteweyên Yekgirtî.