Ji bo 66 bajarên Tirkiyeyê hişyariya barana bihêz tê dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyeyê ji bo 66 bajaran, hişyariya barana bihêz û rabûna lehiyan dide.
Li gorî hişyarnameyeke Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyeyê, tê pêşbînîkirin pêlek baranê ya bihêz li 66 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bibare.
Rêveberiya Keşnasiya hişyariyê dide ku divê welatî li hember her egereke neyînî hişyar bin.
Ji aliyekî din ve, ji ber rewşa xirab a keşhewayê, li Stenbolê geşta asmanî yên 40 firokeyan hatine rawestandin.