Fraksiyona PDKê daxwaza dabeşkirina xaniyan li ser malbatên şehîdên Pêşmerge dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê daxwaz ji Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê dike, xaniyan ji bo malbatên Pêşmergeyên şehîd terxan bike.

Cîgirê Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî ku di heman demê de endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ye jî ragihand, ran di nivîseke fermî de daxwaz ji Wezîrê Berevaniyê ya Iraqê kiriye ku li gorî madeyên 14 û 132 yên destûra Iraqê û yasaya saziya şehîdan, fermanê bide aliyên peywendîdar ên wezareta wî ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevahengiyê bikin, ji bo navên şehîdan tomar bikin û yekeyên nişticihbûnê li malbatên şehîdan belav bikin.

Da zanîn jî: “Di vê nivîsê de, me bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê anî ku 500 xanî ji bo malbatên şehîdên parêzgeha Kerkûkê hatine dabînkirin. Lê ti kesî ji xizmên Pêşmergeyan sûd jê wernegirtiye û bi sedan Pêşmergeyên ku di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne jî, xelkê Kerkûkê ne.”

Qerenî got jî: “Me tekezî li ser wê yekê kir ku cudakirina Pêşmerge ji hêzên din ên Iraqê, binpêkirina prensîpên bingehîn ên destûr, yasayan û bernameya Hikûmeta Federal e, ku parlamentoya Iraqê dengê xwe li ser daye. Ji ber vê yekê jî me daxwaz kir ku tedbîrên pêwîst bên girtin û em ji encamê bên agahdarkirin.”