Şaxewan Ebdullah: Lîwaya 20 ya hevbeş dê heta serê meha bê dest bi kar bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê aşkere kir, ew ligel artêşa Iraqê derbarê destbikarbûna lîwaya 20 ya Pêşmerge de axivîne û tekez kir ku hemû endamên wê lîwayê dê heta serê mehê dest bi kar bikin û mûçeya meha Berçile werbigirin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah îro 18ê Mijdarê ragihand: “Em îşev bi Supasalê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yaralla re derbarê lîwaya 20ê de civiyan û fermana destbikarbûna endamên wê dê derkeve.”

Şaxewan Ebdullah got: Heta 1.12.2023an hemû endamên Lîwaya 20, divê pêwendî bi lîwaya xwe re bikin û dê mûçeya meha Berçile werbigirin.

Herwiha diyar kir, biryar hat dayîn ku her kêmasiyek îdarî hebe, piştî destnîşankirina wan were paşxistin û di nav çend demjimêrên bê de, dê navên wan û nave firqeya wan ji aliyê Wezareta Berevaniyê ve were ragihandin.

Pêştir jî Cîgirê Supasalarê Pêşmerge Qareman Şêx Kemal ji K24ê re ragihandibû, di çarçoveya rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê de bo avakirina 2 lîwayên hevbeş, Wezareta Pêşmerge lîwaya 20 ji bo vê yekê destnîşan kiriye.

Amaje bi wê yekê jî kir, ew herdu lîwa li Kerkûk, Mûsil, Mexmûr û Xaneqînê dê bên bicihkirin.

Di heman demê de, roja 27.08.2023, Fermandeyê Lîwaya 20 ya Hevbeş lîwa Hêmin Hesen ji K24ê re ragihand, erkê herdu lîwayên hevbeş, parastina valahiya ewlehiyê ye, ta ku rê li DAIŞê bê girtin ku wan deveran weke baregeh bikar bîne.

Di 25ê Hezîrana 2023an de jî, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sabit Mihemed Ebbasî ragihandibû, avakirina lîwaya 20 ya hevbeş di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de, di yasaya bûdceya Iraqê de hatiye bicihkirin.