Sînan Çîftyurek: Giring e Kurd li ser navê xwe bikevin hilbijartinan

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ber bi hilbijartinên şaredariyan ve, liv û tevgera partiyên siyasî jî zêde dibe û derbarê tifaqan de jî hêvî û pêşniyar tên ragihandin. Partiyên Kurdistanî yên Hevgirtiyên HEDEPê ne li bendê ne tifaq were nûkirin û partiyên Kurd ên derveyî tifaqê ne jî dibêjin, tifaq çi dibe bila bibe divê ser qeteke  neteweyî be divê namzetên Kurdî bizanin werin nîşandan.

Di 31ê adara 2024an de dê hilbijartinên şaredariyan werin li darxistin û di vê çarçoveyê de jî lêgerîna tifaqan jî berdewam e ku HEDEP dixwaze tifaqa xwe ya li gel partiyên Kurd pêk anîbû biparêze. Partiyên ku tifaqa azadî û demokrasi ya Kurd de cih girtibun jî dibêjin eger HEDEP dixwaze tifaqa li gel wan bidome divê serkeftina gelê kurd bike armanca yekem û ne li ser têkçûn û serkeftina partiyên din helwest nîşan bide. Aliyên tifaqê didin zanîn ku dê HEDEP 26ê Mijdarê de li gel wan civînekê li ar bixe.

Serokê Partiya Komunîsta Kurdistan û Parlementerê Wanê Sînan Çîftyurek ji K24ê re got: “Navbera %3 - %5 de dengdêrên HEDEP nîgeran in û nediyar e dê deng bidin an ne, mijareke din jî ew e ku ji bo Kurdan ne girîng e li metrepolan AK Partî an jî CHP biser bikeve, bila Kurd li ser navê xwe bikevin hilbijartinan.”

Partiyên kurdistanî yên derveyî tifaqa li gel HEDEPê ne jî didin zanîn ku lêgerîn û xebatên wan bo tifaqek Kurdistanî berdewam in û bang dikin ku pêvajoya diyarkirina namzetan de hemu partiyên Kurd di warê xwedîlêderketina nirxên neteweyî de hestiyar tevbigerin û di vê çarçoveyê de namzetên xwe diyar bikin.

Serokê Partiya Demokrat a Kurd Reşît Akici dibêje: “Tifaqa me ya hilbijartinên Gulanê ya bi HAK-PAR û Herekta Azadî re hatî kirin, nediyar e dê bidome an ne, lê HAK-PARê gotiye em dixwazin bidome, tifaqek hemû partiyên Kurd tê de pêk were emê jî bikevin wê tifaqê.”

Partiyên Kurdistanî bang dikin ku di pêvajoya bangeşiya hilbijartinên şaredariyan de, divê zimanê kurdî derkeve pêş û namzetên ku Kurdî nezanibin neyên nîşandan.