Mesrûr Barzanî li merasîma danîna kevirê bingehîn ê du projeyan li Zaxo: Ev proje bi hezaran derfetên kar peyda dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Zaxoyê kevirê bingehîn ê du projeyên Navçeya Pîşesazî û Kargeha Vezivirandina Zibil û Xaşakê danî û ragihand, “Di salên borî de, me kar kiriye ku li bajar û bajarokên din ên Kurdistanê jî projeyên weke navçeyên pîşesazî hebin, ev proje dê ji bo bi hezaran ciwanan derfetên kar peyda bike û aboriya Herêma Kurdistanê vejîne.”

Serokwezîr Mesrûr di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Ez gelek keyfxweş im ku em vegeriyan vê devera Zaxoya Delal û bi we re beşdarî danîna kevirê bingehîn bo du projeyên giring, devera pîşesazî û kargeha vezivirandina paşmayiyan bûm. Her du proje jî gelek girîng û stratejîk in û dê gelek sûd bigihînin vê deverê.”

Got jî: “Ez spasiya kompaniyên cîbicîkar dikim û hêvî dikim ku ew van her du projeyan bi rengekî baş bicih bînin. Di van salan de me kar kiriye ku li bajar û bajarokên din ên Kurdistanê projeyên weke navçeyên pîşesazî ava bikin, ku dê kar ji bo bi hezaran xortan re peyda bike û aboriya Herêma Kurdistanê vejîne.”

Destnîşan kir jî, “Pêşxistina sektora pîşesazî û beşên din, dê bandoreke mezin li ser pêşketina Kurdistanê bike. Îro li cîhanê, welatên ku pêşketî tên dîtin, ew welatê ku di warê pîşesazî de pêşketî ne û pêdiviyên rojane berhem tînin.”

Got jî: “Em kêfxweş in ku Herêma Kurdistanê herêmeke ji aliyê madeyên xam û çavkaniyên xwezayî ve dewlemend e ku bingeha sereke ya pêşxistina sektora pîşesazî ye. Bazara Kurdistanê bazareke nû û gihîştî ye. Divê kar ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên rojane li Herêma Kurdistanê bikin û hatina kelûpelan ji derve sînordar û kêm bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ji bo geşepêdana sektorên aboriyê, pêwîstiya me bi pêkvegirêdana bazarên Kurdistanê heye, ku dê bi rêyên baş ve ji bo hêsankirina çûnûhatinê, kurtkirina demê û kêmkirina xerciyên darayî ji bo kardêran bê kirin. Di van salên dawî de me li ser vê yekê kar kiriye û niha rêyên di navbera bajaran de pêşkeftineke baş bi xwe ve dîtiye û dema di navbera bajar û parêzgehan de ji berê gelek kêmtir bûye.

Diyar kir jî: “Projeyek din a girîng a îro jî, kargeha vezîvirandina çopê ye. Ji bilî peydakirina derfetên kar ji bo bi sedan kesan, dê çendîn sûdên din ên girîng ên vê proje hebin, ji wan parastina jîngeh û çavkaniyên sirûştî û parastina paqijî û jiyana erdê.”

Herwiha got: “Ji xeynî aliyê tenduristiyê, tinekirina çopê bi vî rengî û şewitandin an jî binaxkirina çopê, gelek caran dibe sedema belavbûna nexweşiyan li deverê. Ji ber ku hebûna zibil, metirsiyeke mezin li ser jîngeh û pîsbûna ax û ava bin erdê ye ku di dawiyê de dê bandoreke neyînî li ser jiyana mirovan bike. Ji ber wê jî pirojeya vezivirandina zibil û xaşakê projeyek gelek giring e û emê kar bikin bo cîbicîkirina pirojeyên bi vî rengî li hemû deverên Kurdistanê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Îro pirsa parastina jîngehê û parastina samanên sirûştî û vekolînên wan ên zanistî, yek ji arîşeyên cîhanî û yek ji mezintirîn kêşeyên li pêşiya mirovatiyê ye. Em li Herêma Kurdistanê jî ne dûrî vê pirsgirêkê û astengiyên wê ne, ji ber wê pêwîst e em hemû amadekariyan ji bo rûbirûbûna wan astengan bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Ev kabîne têk neçûye, lê belê roj bi roj gavên serkeftinê avêtine û înşeallah emê gavên baştir û serkeftinên mezintir bi dest bixin. Pêşxistina çandinî û pîşesazî divê li hemû bajar û parêzgehên Kurdistanê bibe şoreşeke aborî.

Herwiha got: “Em hêvîdar in hemû aliyên siyasî yên navxwe û hemû dostên me yên li derve jî piştevaniya bernameyên hikûmetê bikin, daku em bikarin xizmeteke zêdetir pêşkêşî xelkê Herêma Kurdistanê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: “Careke din ez pîrozbahiyê li kompaniyên ku vê projeyê pêk tînin dikim. Hêvîdar im ev proje bi kalîteyeke baş were cîbicîkirin û xelkê Zaxo, navçeyên derdora Duhokê û tevahiya Kurdistanê sûdê jê werbigirin.”