Cebar Yawer: Yekbûna hêzên Pêşmerge di berjewendiya hemû aliyan de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge got, yekxistina hêzên Pêşmerge di berjewendiya hemû alî û welatiyên Herêma Kurdistanê de ye.

Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji K24ê re ragihand: “Pêvajoya yekgirtina hêzên Pêşmerge demek dirêje dest pê kiriye. Di sala 2009ê de her du serokan, Serok Barzanî û Mam Celal li ser yekkirina hêzên Pêşmerge li hev kirin. Li Silêmaniyê û Hewlêrê 2 wezaret hebûn, lê ev her du wezaret di sala 2010an hatin yekkirin.”

Da zanîn jî: “Piştî yekbûna her du wezaretan, fermandeyek li ser asta Herêmê hat avakirin û Serokê Herêmê, Fermandarê Giştî yê hemû Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Pêvajoya ku sala 2010’an dest pê kir niha di sala 2023’an de ye. ”

Amaje bi wê jî kir, “Piştî sala 2014’an Hevpeymanan bi me re dest bi proseya reform û yekgirtinê kirin ku di sala 2018’an de dest pê kir û ji 35 made pêk dihat.”

Tekezî li wê jî kir: “Di berjewendiya her du aliyan de ye, eger hêzên Pêşmerge bên yekxistin û prose bi dawî were. Ew hêz dê bibe hêzeke yekgirtî ya profîşnal di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ku dê berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê û hemû welatiyên Kurdistanê û hemû aliyên Kurdistanê biparêze.”