Gera Heftê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyên Ser Cadeyan li Kerkûkê bi rê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Hawarê ya Şanoyê, di berdewamiya kar û çalakiyên xwe de, Gera Heftê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyên Ser Cadeyan li Kerkûkê vekir. Biryar e di roja sêyê ya vê festîvalê de xelatên rêzgirtinê pêşkêşî hunermendên diyar ên warê şanoyê bên kirin.

Îro roja Yekşemê, 19ê Mijdara 2023ê, Gera Heftê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyên Ser Cadeyan hat destpêkirin û biryar e heta 21ê vê mehê berdewam be. 24 tîpên şanoyê ji Kurdistan, Îraq, Sûriye, Îran, Cezaîr, Tunis û Îtalyayê tevlî vê festîvalê bûne û bi çavdrêriya Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hemeyê Hemeseîd ve bi rê ve diçe.

Li destpêka çalakiyên vê festîvalê, wekî edetekî civakî û vegeriyan ji bo dema borî, bi “Bûka Baranê” pêşwaziya mêvanên biyanî û hunermendên Kurd hat kirin.

Di çarçoveya çalakiyên vê festîvalê de, ji bilî pêşkêşkirina şanoyan, merasîmên nasandina çend kitêban jî dê bên kirin.

Serok û Serperiştê wê festîvalê Nejad Necim ji K24ê re got: Bi vê barana bihêz re, keç û kurên şanokar li nav bajarê Kerkûkê kom bûne ku pêşwaziya Gera Heftê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyên Ser Cadeyan bikin û dixwazin di van sê rojên festîvalê de dahênan û pêşkeftina hunerê şanoyê nîşa mêvanan û xelkê hunerdost ê Kerkûkê bidin.

Herwesa got: Piştî diyarkirina baştirînên festîvalê, xelatên taybet dê bi nivîser û rexnegirên warê şanoyê bên dan.