Hêmin Hewramî: Pêdivîtiya PDK û YNKyê bi wê yekê heye ku baweriyê di navbera xwe de çê bikin

Hêmin Hewramî
Hêmin Hewramî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê amajeyê dide wê yekê ku korbenda MEPSê di vê rewşa niha ya Rojhilata Navîn de rola giring a Herêma Kurdistanê diselimîne. Amajeyê dide wê yekê jî ku Herêma Kurdistanê selimandiye ku di hevkêşeyên deverê de roleke giring heye. Herwesa dibêje: Pêdivîtiya PDK û YNKyê bi wê yekê heye ku baweriyê di navbera xwe de çê bikin

Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê Hêmin Hewramî ji K24ê re ragehand, “Vekirina korbenda MEPSê di demeke wesa de ku Rojhilata Navîn tûşî aloziyên zêde bûye ji bo Herêma Kurdistanê gelek giring e”.

Hewramî amaje da, “Awayê niha yê hizirkirina civaka navdewletî li bernaberî Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo me giring e. Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn pişkdareke pozetîv e ji bo rewşa Rojhilata Navîn û qet pişkdareke têkder nebûye”.

Di derheqa rewşa Herêma Kurdistanê de jî got, “Di hemî qonaxên dijwar de lihevnêzîkbûna PDK û YNK û aliyên din ên siyasî baştirîn hêz ji bo berhingarbûna gefan daye Herêma Kurdistanê.

Herwesa got, “Me kariye bi rêya wê yekrêziyê berhingarî hemî gefan bibin. Civînên vê dawiyê yên navbera PDK û YNKyê jî pêngavên baş bi arasteyê durist ji bo nehêlana arêşeyan avêtine. Herwesa pêdivîtiya me bi çêkirina zêdetir baweriyê di navbera me de heye. Ev jî li dû hejmareke helwestên konkirîtî ji me herdu aliyan dimîne, taybet li ser cidîtiya me ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe de”.

Bal kişand ser wê yekê jî ku “Divê PDK û YNK yekdeng bin û helwesteke hevpar li ser wê rewşa nexwastî hebe ya ku li Bexdayê li bernaberî Herêma Kurdistanê tê kirin, taybet li ser mijara budce û mûçeyan, herwesa li ser mijarên encamên piştî hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê. PDK herdem ji bo diyalogê amade ye, tevaya arêşeyan bi rêya diyalogê tên çarekirin”.