Li Kerkûkê êrîş li ofîsa Şaxawan Ebdullah hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kerkûkê îro danê sibê êrîş li ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah hat kirin.

Şaxewan Ebdullah di peyamekê de got: “Îro danê sibê di kiryareke tirsonek de, êriş li ofîsa me ya Kerkûkê hate kirin û yekser pasewanan bersiva dan.”

Aşkere kir jî, otomobîl ku teqe kiriye ji cureya Toyota Camry ye karî bireve rizgar bike û me daxwaz ji dezgehên ewlekarî kiriye ku êrîşkeran bibînin.

Şaxewan Ebdullah tekez kir jî: “Em xelkê Kerkûkê piştrast dikin ku ev êrîş weke êrîşên berê, dê me ji xizmeta hemû pêkhateyên Kerkûkê ranewestîne.”

Şaxewan Ebdullah sala 1979an li Kerkûkê jidayik bûye, endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û 9ê Çileya 2022an wek Cîgirê Duyem ê Serokê Parlametoya Iraqê hat hilbijartin.