Fuad Hisên: Iraq daxwaza aştiyeke yekcarî û cîgir li Rojhilata Navîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê radgihîne: “Em daxwaza aştiyeke yekcarî û cîgir li Rojhilata Navîn dikin. Herwiha got jî: “Me banga agirbesteke yekcarî li Xezeyê kiriye.”

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di 4. Korbenda Aştî û Ewlehiiya Rojhilata Navîn (MEPS 2023) de li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê di gotarekê de ragihand: “Rojhilata Navîn her tim rûyê li wê ye ku nakokî li herêmê hebe.”

Husên got: “Iraqê di çarçoveya siyaseta xwe ya derve û hevahengiya bi welatan re daxwaz kiriye şerê li Xezzeyê raweste, korîdora mirovî ya ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo xelkê Xezzeyê bê vekirin. Iraqê her tim alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê dişîne.”

Da zanîn jî: "Em banga agirbesteke demdirêj dikin, ne agirbesteke demkurt. Siyaseta hikûmeta Iraqê ew bû ku ji bo Filistîniyan dewleteke serbixwe ava bibe. Her wiha me daxwaza dubare avakirina Xezzeyê û komkirina alîkariyan ji bo xelkê wê kiriye.”

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez kir: “Iraq daxwaza aştiyeke yekcarî û cîgir li Rojhilata Navîn dike, ji ber ku di dirêjahiya dîrokê de şer û pevçûn di berjewendiya ti aliyekî de nebûye.”