Serok Barzanî û Boris Johnson civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Mijdarê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Brîtanya Boris Johnson û şanda pê re kir.

Baregeha Barzanî belav kir, Boris Johnson kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re nîşan da û rola wî di şerê li dijî terorê de û hebûna wî li eniyên şer bilind nirxand.

Herwiha Johnson balkişand li ser pêwendiyên dostane yên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de û tekezî li ser berdewamiya hevahengî, piştgirî û hevkariyê di navbera her du aliyan de kir, ji bo berdewamiya pêşxistina pêwendiyên dualî.

Serok Barzanî piştî bixêrhatina Boris Johnson, spasiya rola Brîtanyayê ya li şerê dijî terorîstan kir, ji ber ku heta niha jî metirsiya îdyolojiya DAIŞê berdewam e û bi şerê serbazî bidawî nebûye û herwiha amaje bi wê da ku metirsiya terorîstên DAIŞê hîn jî li ser aramiya herêmê metirsî ye.

Pirsa pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijareke din a civînê bû û her du aliyan tekezî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan li gor destûrê û li ser bingehê lihevkirin, hevsengî û hevpariyê kirin.