Li bernaberî pêşkêşkirina hinarên Helebceyê ji bo Johnson, Qaymeqama Helebceyê spasiya Mesrûr Barzanî dike

Nuxşe Nasih
Nuxşe Nasih

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî temambûna panela Serokwezîrê Pêştir ê Brîtanyayê Boris Johnson di Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê (MEPS23) de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hinar û hingivînên Kurdistanê pêşkêşî wî kirin. Li beranberî wê yekê, Qaymeqama Helebceyê spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike.

Qaymeqama Helebce Nuxşe Nasih di nav Korbenda MEPSê de ji K24ê re ragehand, “Hukmdariya dursit û aqildarane ew e derfetan peyda bikî ku çand û berhemên navxweyî yên welatî nîşanî xelkê biyanî bidî”.

Herwesa got, “Yek ji xalên xweşik ên Korbenda MEPSê ew bû ku behsa hinarên Helebceyê hat kirin û du sindoqên wan ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve wekî diyarî pêşkêşî Johnson hatin kirin, lewma ez destxweşiyê li Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikim û spasiya wî dikim”.

Qaymeqama Helebceyê herwesa amaje da, “Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewamiyê bide bazarên navxweyî yên cotyaran û bizavê bike ku her sal berhemên wan zêde bike”.

Îro roja Duşemê, 20ê Mijdara 2023ê, Serokwezîrê Pêştir ê Brîtanyayê Boris Johnson peneleke taybet li Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) pêşkêş kir.

Birêveberê wê panelê ji Boris Johnson re ragehand, “Berî ez panele bidawî bînim, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyariyeke taybet ji te re heye ku hinar û hingivînên Kurdistanê ne”. Wî jî bi dilxweşî ve ji Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re got, “Dê kengî hinaran bidî min?”.

Paşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû ser dikeya korbendê û bi kurtî dîsa bixêrhatina Boris Johnson kir û pesna panela wî kir û got, “Me gelek xweşî jê dît”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji Boris Johnson re ragehand, “Ez dê sindoqeke hinarên Kurdistanê û hingivînê me pêşkêşî te bikim”. Herwesa got, “Ev baştirîn diyarî ne ku em pêşkêşî te bikin, bi xêr hatî”.

Çawa ku Boris Johnson di panela xwe de behsa hinarên Helebceyê kkiribû, her wesa di dema wergirtina diyariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de jî amaje da, “Min pêştir jî bihîstiye ku Kurdistan xwediya baştirîn hingivîn e û ez gelek ji hingivînî hez dikim”.