Hakan Fîdan: Wezîrên derve yên 7 welatan li ser rewşa Xezzeyê li Moskoyê dicivin

Hakan Fîdan
Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ragehand, “Wezîrên Derve yên 7 welatan komeke peywendiyan li ser rewşa Xezzeyê pêk aniye û niyet e di çarçoveya geşteke diplomasî de serdana Moskoyê bikin.

Rojnameya Star ji zarê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê got, “Komeke peywendîdar hatiye damezrandin ku ji heft welatan pêk hatiye, ku welatên Tirkiye, Endonezya, Nêcîrya, Urdin, Misir, Qeter û Erebistana Siûdiyê ne. Vê komê dest bi bicihanîna çalakiyên xwe kiriye”.

Fîdan amaje da, “Roja Duşemê ew lijne li welatê Çînê bû, îro jî dê li Moskoyê be”.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê got, “Min nekarî roja Duşemê bi wê lijneyê re bim ji ber ku ez li Perlemanê bûm lê roja Sêşemê dê tevlî civînên wê bibim”.

Herwesa Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê dê roja Çarşemê serdana London û Parîsê jî bike, ji bo ku tevlî civîna koma peywendiyan bibe.

Pêştir Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragehandibû ku şêwirmendiya siyasî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li Moskoyê li roja 21ê vê mehê li ser astê cîgirên wezîrên derve dê bê kirin.