Douglas Lute: Demokrasî nikare li hember zordariyê pêşbaziyê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê berê yê Amerîkayê li NATOyê dibêje, dagîrkirina Rûsyayê ji Ukraynayê re û şerê navbera Îsraîl û Hemasê du kêliyên dîrokî û şokên mezin in û hîn zû ye ku mirov bêje şokeke din dê çi be.

Balyozê berê yê Amerîkayê li NATOyê Douglas Lute di Korbenda MEPSê de ragihand, dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve û şerê navbera Îsraîl û Hamasê, du kêliyên gelekî dîrokî ne. Bi dîtina min hê zû ye ku mirov bibêje ku şok wê çi bibe, encamên van her du bûyeran pir mezin in û dê 20 salên pêş de bidomin.

Lute got jî: “Şerê li Ukraynayê xeletiya rêveberiya Biden kir ku rê da ev yek rû bide, ji ber ku riya me demokrasî ye, lê demokrasî nema dikare bi zordariyê re pêşbaziyê bike.”

Da zanîn jî: “Hinek baweriya wan bi demokrasiyê  heye û hinekan jî bi zordariyê heye, lewra di vê korbendê de hûn hemû dizanin ku siyaseta navneteweyî çi ye. Gelo Iraq dê bibe welatekî yasayê yan welatekî serkeftî? Kî biser bikeve dikare hemû siyasetên xwe li ser welat ferz bike.”

Çaremîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) li Dihokê îro bi amadebûna Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmareke mezin ji kesayetiyên siyasî, lêkolîner, akademîsyenên bi nav û deng ên Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojhilata Navîn, Ewropa û bakurê Amerîkayê dest pê kir.

Korbenda MEPS bo çarem sal li ser hev ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê ve tê organîzekirin û bûye platformek ji bo serkirde û siyasetmedarên herêmî û navdewletî ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pêşkêşkirina pêşniyarên çareseriyan.

Kurdistan24 jî li ser kanal, malper û hemû platformên medyaya civakî, panel û rûniştinên korbendê romal dike û zanyarî û guftûgoyan bi awayekî zindî vediguhêze.