Baregeha Barzanî derbarê postê Serokatiya Parlamentoya Iraqê de daxuyaniyek belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de tekeziyê li ser wê yekê dike, postê Serokê Parlamentoya Iraqê ji para pêkhateya Sunne ye û her namzedek ji wî postî re were diyarkirin, divê razemendiya piraniya partiyên Sunne yên li parlamentoya Iraqê li ser hebe.

Berdevka Baregeha Barzanî, Dr. Xalîde Xelîl îro 21ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Derbarê destnîşankirina serokê nû yê parlamentoya Iraqê de, Serok barzanî ligel wê ye ku postê Serokê Parlamentoya Iraqê ji destkefta pêkhateya Sunne ye.”

Berdevka Baregeha Barzanî amaje bi wê jî kir, “Her namzedek ji bo Serokê Parlamentoya Iraqê were hilbijartin, divê lihevhatin an jî razemendiya piraniya partiyên Sunne yên li parlamentoya Iraqê li ser hebe.”

Roja Sêşemê, 14ê Mijdara 2023ê, Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî bi biryara Dadgeha Federalî, ji postê xwe hatibû dûrxistin.