Wezîrê Darayî: Tîmek ji bo gotûbêjkirina pirsa mûçeyan diçe Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê radigihîne, tîmek Hikûmetê ji bo gotûbêjkirina mijara mûçeyan diçe Bexdayê.

Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Herêma Kurdistanê Awat Ceneb Nûrî bi mebesta şopandina proseya tomarkirina karmendan di projeya “Hejmara Min” de serdana zanîngeha Koyê kir.

Wezîrê Darayî û Aboriyê derbarê şandina 700 milyar dînar ji aliyê hikûmeta federal ve ji rojnamevanan re ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe bicih anîne û me bîlançoya dawî ya lêkolînê şandiye. Tîmek ji bo gotûbêjkirina mûçeyan diçe Bexdayê.”

 Amaje bi wê jî kir, “Tiştê ku em hest pê dikin û ji Serokwezîrê Iraqê werdigirin ew e ku ew amade ye pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çareser bike.”

​ Wezîrê Darayî ragihandina projeya “Hejmara Min” ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi biryareke pir wêrek û guncaw binav kir û got, ew proje dê kêşeya pereyên next û wergirtina mûçeyan çareser bike. Herwiha welatî dê bi rêya Hejmara Min bikarin sûdê ji xizmetên bankê yên werbigirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ev prose di bin çavdêriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî de pir baş birêve diçe. Di heyama 2 salên bê de, dê navên hemû karmendên sektora giştî û taybet di projeya Hejmara Min de werin tomarkirin.”

Got jî: “Her welatiyekî dikare hem mûçeyê xwe werbigire û hem jî pereyê ku di hesabê wî de heye, bi rêya karta Visa ya ku hildigire xerc bike. Welatî jî dikarin bi kartên xwe yên vîzayê li seranserê Ewropa û cîhanê pereyê xwe xerc bikin.”

Hejmara Min pêşengiya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo pêşvebirina kertê bankî û dîjîtalkirina peredanê ji bo zêdetirî yek milyon fermanber, karmendên hêzên ewlehiyê û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ev jî piştbestina bi karûbarên kaş kêm dike, aktîviya hikûmetê û şefafiyetê jî zêdetir dike.

Bi rêya pêşengiya “Hejmara Min”, fermanberên kertê giştî, hêzên ewlehiyê û xanenişînan dikarin bi rengekî parastî û şefaf û guncayî bi rêya torekê ji amûrê vekêşana pereyî (ATM) meaşên xwe werbigirin, ku zêdetirî hezar bingehan dê li tevaya Herêma Kurdistanê bên danan.

Herwiha ev piroje hêsankariyan dike ku tevaya pişkdarên wê bikarin xizmetkariyên bankî yên pêşkeftî bi dest bixin, wekî qerzan, paşkeftkirinê û peredana dîjîtal.