Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî alîkariyên mirovî dişîne Xezzeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî 14 ton derman û pêdiviyên bijîşkî wek alîkariyên mirovî dişîne ji xelkê Xezzeyê re.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed îro di konfernaseke rojnamevanî ya hevbeş ligel Konsulê Giştî yê Filistînê li Herêma Kurdistanê Nazmî Hizûrî de ragihand; “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 14 ton derman û bijîşkî pizîşkî, 2500 selikên xwarinê, 200 selikên tenduristiyê û 200 kartonên cilûbergan dişîne Xezzeyê.”

Diyar kir jî, “Alîkariyên mirovî dê ji bo firokxaneya Ereb a li Misrê bên şandin û ji wir jî dê di deriyê sînorî yê Refahê derbas bibin, da ku bigihin gelê Xezzeyê.”

Mûsa Ehmed got: “Serok Barzanî tekezî li ser alîkariya bi xelkê Xezzeyê re kiriye. Ji roja 18-10-2023, bi Konsulê Filistînê û aliyên pêwendîdar li Xezze û navçeyên din ên şer re di pêwediyê de ne, ji bo şandina alîkariyên mirovî ji xelkê mexdûr re.”

Got jî: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nûneratiya peyama miletekî ji bo karên mirovî dike û di dema borî de jî tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di bûyerên diltezîn ên navçeyê de amade bûn û alîkariyên mirovî pêşkêşî xelkê mexdûr kirin.”

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Filistînê li Herêma Kurdistanê Nazmî Hizûrî ragihand: Em gelek spasiya alîkariyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin, ev ji bo me, ne nû û xerîb e.”

Hezûrî got: “Bi hezaran sivîl ku piraniya wan jin û zarok in hatine kuştin û bi dehhezaran kes jî koçber bûn. Nêzîkî nîv milyon Filistînî niha ji kêmbûna av û xwarinê dinalin in û ji xizmetên tenduristiyê û pêdiviyên rojane bêpar in.”