Hilbijartinên Hollandayê dest pê kirin û eger heye jineke Kurd bibe Serokwezîr

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijartinên pêşwext ên Hollandayê îro dest pê kirin û egereke mezin heye jineke Kurd bibe Serokwezîra Hollandayê.

Hilbijartinên Parlamentoya Hollandayê îro demjimêr 06:00 bi dema Hollandayê dest pê kirin û proseya dengdanê dê heta demjimêr 09:00ê êvarê berdewam be.

Parlamentoya Hollandayê ji 150 kursiyan pêk tê. 1128 namzed ji 26 partî û hevpeymên cuda li ser kursiyên parlamentoyê hevrikiyê dikin. Li Hollandayê zêdetir ji 13 mîlyon kesan mafê wan ê dengdanê hene.

Her partiyek ku bixwaze piraniyê bi dest bixe, divê 76 kursiyan bidest bixe, lê ev yek zehmet e û ji bo avakirina hikûmetê divê hevpeymanî bê avakirin.

4 partî û hevpeymanên xurt hene: Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) bi serokatiya Dîlan Yeşilgoz, Partiya Demokrat - 66 bi serokatiya Rob Jetten, Partiya Keskan û Karkeran ya bi serokatiya Frans Timmerman û Partiya Azadî ya bi serokatiya Hert Welders in.

Niha çavê hemûyan li Partiya VVD e ku jina Kurd Dîlan Yeşîlgoz pêşengiya wê dike. Tê pêşbînîkirin jê ku ew bibe serokwezîra bê ya Hollandayê.

Dîlan Yeşîlgoz pêştir ji K24ê re gotibû, ew hêvî dike ku partiya wê di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Dîlan Yeşîlgoz xelkê Bakurê Kurdistanê û bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê ye, ew di sala 1977an de li bajarê Enqere jidayîk bûye û di sala 1984an de ligel malbata xwe çûye Hollandayê.

Dîlan Yeşîlgoz ji Adara 2017'an û vir ve endamê Partiya VVD'ê ye û niha Wezîra Ewlekarî û Dadê ya Hollandayê ye.