Fraksiyona PDKê bang li Sûdanî dike ku gelê Kurd qerebû bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir, gelê Kurd li hember tawanên ku ji aliyê rejîmên Iraqê ve hatine kirin, qerebû bike.

Cîgirê Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî di daxuyaniyekê de ragihand: “Li ser rasperdeya Serok Barzanî û di çarçoveya pabendbûna me de ji bo xizmetkirina gelê Kurd, me roja 11ê Mijdarê nameyeke fermî arasteyî Serokwezîr Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û bi dest gihandê. Me tê de diyar kir ku divê kar bi destûr û yasaya qerebûkirina operasyonên şer û xeletiyên leşkerî yên bi hejmara 20’an a sala 2009’an bên kirin.”

Qerenî got: “Li gorî yasayê divê (şehîd û kesên winda, kêmendamên tam yan jî qismî, zirarên gihîştine mal û milkan û ziyanên girêdanî kar û perwerdeyê) bên qerebûkirin.”

Got jî: “Herwiha divê yasaya qerebûkirina mal û milkên qurbaniyên rejîma berê ya jimare 16 a sala 2010an, ku qerebûkirina hemû qurbaniyên rejîma berê ji sala 1968an û heta sala 2023an lixwe digire, were cîbicîkirin.”

Diyar kir jî: “Di nameyê de, me tekez kir ku rejîma berê bi sedhezaran welatiyên sivîl, ji wan 8 hezar Barzanî û bi hezaran Feylî bikomî kuştine, ji bilî wêrankirina 4500 gundên Kurdan, bikaranîna çekên qedexekirî li gelek deverên Herêma Kurdistanê, ji wan jî Helebce.”

Cîgirê Serokê Fraksiyona PDKê amaje bi wê jî kir: “Rêjîmên berê bi milyonan mîn çandine û bûye sedema zirarên canî û aborî ku ji bo rakirina wê gelek hewldan, pisporî û pere pêwîst in.”

Got jî: “Di nameya xwe ya ji bo Sûdaniyê de, me diyar kir ku hemû kiryarên ku me behs kirine, ji aliyê yasayî ve berpirsatiyê çêdike.” Tekez kir jî: Divê zirarên mezin û metirsîdar ên ku gihîştine xak û gelê Kurdistanê, werin qerebûkirin.”

Diyar kir jî: “Berpirsyariya hikûmeta Iraqê bi demê re ji holê ranabe, ji ber ku ew tawanên ku li dijî gelê me hatine kirin, tawanên li dijî mirovatiyê û jenosîd in û hemû jî ji aliyê dadgeha tawanan û civata nûneran ve, wek tawanên navdewletî tên dîtin.”

Qerenî got jî: “Di dawiyê de, me tekezî li ser wê yekê kir ku divê hikûmeta federal hemû ziyan û wêraniya giheştiye xelkê, mal û milk û û jîngehê, qerebû bike, da ku dadmendiyê li hember tawanên rêjîma berê yên di derheqê gelê Kurd de, pêk bîne.”