Sibe Pêşangeha Silêmaniyê ya Navneteweyî ya Kitêban tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sibe Gera 5ê ya Pêşangeha Silêmaniyê ya Navneteweyî ya Kitêban dê bê vekirin û dê ji bo dema 10 rojan berdewam be.

Cîgirê Birêveberê Giştî yê Pêşangeha Silêmaniyê ya Navneteweyî ya Kitêban Şewqî Omer ji K24ê re ragehand, “Di vê pêşangehê de nêzî pênc milyon navnîşanan bi yek milyon kitêban dê bên berçavkirin”.

Herwesa got, “Ji 20 welatên cîhanê û her çar parçeyên Kurdistanê tevlî vê pêşangehê bûne û herwesa Kurdên xerîbiyan jî tevlî wê bûne”.

Şewqî Omer amaje da, “200 xaneyên çapkirin û weşandina kitêban tevlî vê pêşangehê bûne ku 50% navxweyî û 50% ji derve ne”.

Herwesa tekez kir, “Ev pêşangeh sibe dê bê vekirin û her roj dê ji seet 9:00 ê sibehê heta seet 6:00 ê êvarê pêşwaziya xwîner û mêvanan bike, herwesa dê ji bo dema 10 rojan berdewam bibe”.