Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berê yê Çandinê yê Tirkiyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî bi Wezîrê Berê yê Çandinê yê Tirkiyeyê re civiya û tekez li ser berdewamiya peywendî û dostîniya navbera herdu aliyan hat kirin.
Îro roja Çarşemê, 22ê Mijdara 2023ê, Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Wezîrê Berê yê Çandinê yê Tirkiyeyê Mehdî Aker kir.
Di wê hevdîtinê de, rewşa giştî ya deverê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hat behskirin û tekez li ser berdewamiya peywendî û dostîniya navbera herdu aliyan hat kirin.