Sûdanî û Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê danûstandinan li ser hinardekirina petrolê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê pêşwaziya Wezîrê Enerjî û Samanên Xwezayî yê Tirkiyeyê dike û danûstandin li ser amadekiryên hinardekirina petrolê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê dikin.

Îro roja Çarşemê, 22ê Mijdara 2023ê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwaziya Wezîrê Enerjî û Samanên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar û şanda pê re kir.

Herdu aliyan di wê hevdîtinê de danûstandin li ser arîkariyên navbera herdu welatan kirin, herwesa danûstandin li ser bizavên herdu welatan di derheqa dubare destpêkirina karên civînên lijneya hevpar a aborî û bizavên berdewam ên dubare hinardekirina petrolê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tikiyeyê kirin.

Serokwezîrê Îraqê tekez li ser amadehiya Îraqê ji bo peydakirina çareseriya dubare hinardekirina petrolê kir. Herwesa tekez kir ku Îraq li ser wê dozê û tevaya dozên din pişta xwe bi çareseriyên dadperwrane yên destûrî ve girê dide.

Pareke din a wê civînê girêdayî pirsa avê û para Îraqê ji bikaranîna avê taybet di warê çandinê de bû. Ji bo vê meremê jî, Sûdanî ji Wezîrê Enerjî û Samanên xwezayî yê Tirkiyeyê re ragehand, “Îraq hêvîdar e zêdetir arîkarî li ser pirsa avê di navbera Bexdayê û Enqereyê de hebin”.