Pêşbînî tê kirin Dîlan Yeşîlgoz bibe Serokwezîra Holandayê

Dîlan Yeşîlgoz
Dîlan Yeşîlgoz

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêjeya tevlîbûna welatiyan di hilbijartinên Perlemana Holandayê de ji 66% derbaz bûye û pêşbînî tê kirin Dîlan Yeşîlgoz bibe serokwezîra wî welatî.

Sibeha îro roja Çarşemê, 22ê mijdara 2023ê, li Holandayê deriyên westgehên dengdanê ji bo hilbijartinên endamên perlemanê li ber welatiyên Holandayê hatin vekirin û piroseya dengdanê dê heta seet 11:00 ê şevê bi dema Hewlêrê berdewam bibe.

Li gor amaran, rêjeya tevlîbûna welatiyan ji 66% derbaz bûye. Li bernaberî hilbijartinên sala 2021ê, îsal nêzî 8% kêm bûye.

Piştî ku kabîneya Serokwezîrê Holandayê Mark Rute şkest û li ser pirsa koçberan negehişt çi lihevkirinan, hikûmet li 7ê Tîrmeha îsal hilweşiya û bû hikûmeta karbirêveber. Mark Rute daxwaza hilbijartinên pêşwext kir, niha jî hilbijartinên pêşwext ên Perlemana Holandayê dest pê kirine.

Pêşbînî tê kirin ku Dîlan Yeşîlgoz a Seroka Parta Gel ji bo Azadî û Demokratiyê bibe serokwezîra bê ya Holandayê.

Pêştir Mark Rute jî bi rêya K24ê eşkere kiribû ku dixwaze Dîlan Yeşîlgoz a Kurd bibe serokwezîra bê ya Holandayê.

Dîlan Yeşîlgoz ji bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ye û li sala 1977ê hatiye ser dinyayê. Dîlan li sala 1984ê bi malbata xwe re koçberî Holandayê bûye.

Dîlanê bawernameya Zanistên Civakî û Çandî ji Zanîngeha Emistirdamê wergirtiye, her ji destpêka jiyana xwe ya siyasî gehiştiye Partiya Gel ji bo Azadî û Demokratiyê kiriye û di nav wê partiyê de keseke çalak bûye. Ji sala 2014ê heta 2017ê, Dîlan li ser lîsta partiya xwe wekî Endama Civata Şaredariya Emistirdamê hat hilbijartin, li Civata Şaredariyê Şêwirmenda Lijneya Ewlehiyê bû û Birêvebera Karûbarên Şaredariya Emistirdamê bû, niha jî Wezîra Dadiyê ya Holandayê ye.